Birîtaniya dorpêçên bo ser rêjîma Îranê tuntir dike Dewleta… — ڕاگەیاندنی حیزبی دێموکرات — TG.ME

🔹 Birîtaniya dorpêçên bo ser rêjîma Îranê tuntir dike
 
Dewleta Birîtaniyayê li roja Sêşemê 8ê Îlonê bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku bi erêkirina yasayek nû, sizayên bo ser rêjîma komara îslamî ya Îranê tundtir dike û sînorên ticaretê berfireh dike û desthilatên wî welatî bo biarmancgirtina gemiyan berfireh dike.

Birîtaniyayê ragihandiye ev yasaya nû beşek ji hewldanên berfirehtir bo sînordarkirina bernameya navkî a rêjîma Îranê û rawestan li hember kiryarên şerxwazaneyên din ên rêjîmê ye.

Li gorî vê yasayê, destpêregihîştina rêjîma Îranê bi sîstema malî ya Birîtaniyayê dê sînordartir bike û qedexeyên ticarî dê tişt, kelûpel û teknolojiyên zêdetir li xwe bigre.

Herwisa ev yasa desthilatên Birîtanyayê bo dorpêşkirina gemî û keştiyan zêde dike û çona balafirên Îranê bo Birîtaniya ji bilî hinek mijarên taybet qedexe dike.



🔵ماڵپەڕی فەرمیی حیزبی دێموکراتی کوردستانی ئێران:

🌐 https://kurdistanmedia.com/

💬 PDKI_Media
September 8, 2026 141