«Peywendîgirtin yan ji rêya SIM-kartê, yan jî ji rêya yek ji platformên civakî pêk tê. Heger peywendî ji rêya jimareya telefonê ve be, divê xelk baş agahdar bin ku peywendiya derveyî welat bi kesên hundirê welatê bi rêya SIM-kart û SMS-ê bi tu awayî ewle nîne û dikare ewlehiya welatiyên hundirê welatê bixe metirsiyê.
Herwisa, ew hejmarên telefonê ku saziyên ewlehiyê yên rejîma Îranê ji bo peywendîgirtinê bi kar tînin, pir caran hejmarên sexte, mecazî an jî nayên nasîn in. Ji ber vê yekê, divê di peywendiyên telefonî de baldarî û tedbîrên ewlehiyê bêne berçavkirin.»