Rojreşî û jiyana dijwar a xelkê bi sedema şerxwaziya rêjîmê Ji ber… — ڕاگەیاندنی حیزبی دێموکرات — TG.ME

🔴 Rojreşî û jiyana dijwar a xelkê bi sedema şerxwaziya rêjîmê
 
Ji ber bilindbûna nirxa dolar û krîza aborî ya li Îranê, givaş li ser jiyana welatiyan û firoşyaran roj bi roj girantir dibe. Welatî diyar dikin ku hêza wan a kirînê êdî nemaye û nirxa hewcehiyan her bilind dibe, heta sê kîsên piçûk ên kirînê bo çêkirina danekî xwarina malbatekê gihîştine 7 milyon û 500 hezar tumanî. Tevî ku berpirsên Banka Navendî dibêjin û êtirafê bi rewşa heyî dikin ku xelk di bin givaşeke mezin de dijî.

Ji aliyê din ve, firoşkar û esnafên bazarê jî ji ber hevsengiya nediyar a dolar rastî tevliheviyeke mezin hatine. Ew dibêjin ku bi guhertina bi lez a vnirxa tiştan, ne dikarin çi bifroşin û ne jî dikarin bikirin heya dukanên xwe tejî bikin û nikarin bihayekî diyar destnîşan bikin. Firoşyarekê diyar kir ku ev rewş dibe sedema zirarê, ji ber ku ew piştî firotina tiştekî, roja din divê heman tiştî bi bihayekî giranitir bikirin.

Xêncî vê rewşa aborî, krîza şewatê jî giran bûye. Li hemberî pombenzînan sefên dirêj ên maşînan çêdibin û ev yek jî hêrs û nerazîbûna welatiyan li dijî birêveberiya heyî zêdetir dike.



🔵ماڵپەڕی فەرمیی حیزبی دێموکراتی کوردستانی ئێران:

🌐 https://kurdistanmedia.com/

💬 PDKI_Media
September 6, 2026 140