Em bi ruhê fermandar Dijwar Feqîr Cejna Êzî pêşwazî dikin. Û diserî de li Rêber APO, malbatên cangoriyan, tevahî heval û gelê xwe yê Êzidî û Kurdistanê pîroz dikin.
Herêm biawayekî giştî dipêvajoyek pir girîng û rewşeke hesas re derbas dibe. Ev rewş wê heya kur biçe û di vî demê pêşiya me de wê çi bixwe re bîne tam ne zelal e. Ji bo vê divê em ji her rewşeke ku dibe biqewimê re wek hêz û civak amadebin. Evjî berpirsiyartiyek mezin ji her kesì û her alî ve dixwez e. Û li gor wê divê em demlidest tedîrên xwe yên cur bicur bigrin. Her wisa divê em wek civak li hember êrîşên dijmin yên tabûra pêncê(şerê taybet û deronî) hişyar bin, bizanabûn û aqilekî selîm tevbigerin .
Bi hezarên salaye dijmin û neyarên me hewil didin û dixwazin çand û baweriya me ya kevnar têk bibin û ji holê rabikin. Îro yê ku van hewildan û daxwazan dewam dike û serî li her rê û rêbazî dide ji bo bigehe vê armanca xwe dewleta Tirk û çeteyên wê ne. Di sala 2014'an de xwestin vê armanca xwe bidestê çeteyên Daîş pêk bînin. Lê me di Şengal de di encamê berxwedanî û pêşengiya bi sedan pêşeng û hevalên xwe de, ev daxwaza wan diqirka wan de hişt û pilana wan têk bir. Tişta ku dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê li Şengal nikarî bike. Li Efrîn û Serêkaniyê kir. Bi heman zihniyet û kiryaran di roja me ya îro de li Şehba dubara kir û dike. Ji bo wê em weke civaka Êzidî êşa me ji Şengal, heya Efrîn, Şehba û Serêkaniyê yeke. Bi vê wesîlê em Cejna xelkê xwe yê koçberên van herêman jî pîrozî dikin.
Dîsa divê em jibîr nekin, eger ku îro em dikarin rê û rismên xwe yên kevnar, cejin û helkeftên xwe li ser axa xwe ya Şengalê biawayekî aram, ewle û bistiqrar pêk bînin. Lê ev ji ber xweve ev tişt nebûye. Belê, di encam û berdîla xwîna bi sedan heval û pêşengên me yên wek; Mam Zekî, Saîd Hesen, Dijwar, Mam Beşîr, Berfîn, Medya û gelek hevrêyên din wek wana çêbûye. Ji bo vê xwedî derketina li mîrasa wan erkê her endamekì civaka me.
Her wisa, li ser vê asasê û bi vê wesîleyê, em bang li civaka xwe ya Êzidî dikin û bi hêvî ne ku ev Cejin bibe wesîleya yêketî û tifaqa xwe avakirin û li hevdu xwedî derketinê.
Careke din em vê Cejnê li heval, gel û tevahî dostên gelê xwe, pêkhateyên Iraqê û mirovahiyê pîroz dikin.
FERMANDARİYA GİŞTÎ YA YBŞ'ê
20-12-2024
December 20, 2024 1.5K 2