RÊZIMAN 💢Mijar: #Dema_Borîya_Berdest موضوع: زمان گذشته استمراری *… — Fêrbûna zaravayê kurmancî — TG.ME

☯#RÊZIMAN

💢Mijar:
#Dema_Borîya_Berdest
موضوع: زمان گذشته استمراری

* Nasîn: Dema ku bûyerek di dema borî de bi domdarî hatibe kirin an jî karekî ku li ser hev hatibe kirin, ev dem tê bikaranîn.
تعریف: زمانی که اتفاقی در زمان گذشته بطور مدوام رخ داده باشد، یا کاری که روی هم انجام شده باشد، این زمان (ماضی استمراری) استفاده میشود.

* Ev dem bi alîkarîya qertafa dema niha "di-" û rayeka dema borî pêk tê.

این زمان به کمک شناسه زمان حال (-di) و بن زمان گذشته بدست می آید.

Forma dema borîya berdest
طرز ساختن زمان گذشته استمراری

Qertafa dema niha (di-) + rayeka dema borî + qertafên kesane.
شناسه زمان حال (-di) + بن ماضی + شناسه های شخصی.

Ji bo lêkerên negerguhêz
برای افعال لازم

Çûn: فعل
Çû: بن ماضی
Di: شناسه زمان حال
diçû: زمان گذشته استمراری

Yekhejmar مفرد

• Ez diçûm. من می رفتم
• Tu diçûyî. تو می رفتی
• Ew diçû. او می رفت

Pirhejmar: جمع

• Em diçûn. ما ميرفتيم
• Hûn diçûn. شما میرفتید
• Ew diçûn. آنها میرفتند

• Berê em her tim diçûn gund.
• Ew bilind difirî/difirîya.
• Em zû dihatin.
• Tu ji hal diketî.
• Ew li cihekî rûdinişt.

Ji bo lêkerên gerguhêz
برای افعال متعدی

Xwarin: فعل
Di شناسه زمان :حال
Dixwar: زمان گذشته استمراری

Yekhejmar: مفرد

• Min dixwar. من ميخوردم
• Te dixwar. تو ميخوردی
• Wê/Wî dixwar. او ميخورد

Pirhejmar جمع

• Me dixwar. ما می خوردیم
• We dixwar. شما می خوردید
• Wan dixwar. آنها میخوردند

• Min jê re digot.
• Me mala xwe paqij dikir.
• Evînê her sal gul diçandin.
• Wan her tim alîkarî dixwest.

* Hin lêkerê hene ku awayê kesandina wan di dema boriya berdest de digel ên din ferq dikin. Ji bo nimûne lêkera "jîn- jiyan" ji rayeka "jîya" teşe digire.

برخی افعال وجود دارند که شکل صرف کردن آنها در زمان ماضی استمراری فرق می کند. برای مثال فعل "jîn, jîyan" از بن "jîya" تشکیل می یابد.

• Ez dijîyam.
• Hûn direvîyan.
• Ew ditirsîyan.
....

* Awayê bikaranîna lêkera "mirin" di dema niha û berdest de wekhev e.
Di dema borîya berdest de ahenga deng ser beşa yekem xurt e lê di dema niha de, deng asayî ye.

شکل به کار بردن زمان گذشته استمراری در زمان حال و استمراری یکی اند. در زمان گذشته استمراری آهنگ صدا بر روی بخش یکم بیشتر است ولی در زمان حال صدا معمولی هست.

Dema niha

• Ez dimirim.

Dema borîya berdest
• Dimi + rim.
• Ez dimirim.


* Neyînîya vê demê bi alîkariya pêveka "ne-" pêk tê.
منفی کردن این زمان به کمک شناسه "-ne" ساخته میشود.

* Pêveka neyîniya "ne-" piştî pêşgirê û berî qertafa dema niha tê bikaranîn.
شناسه منفی "-ne" بعد از پیشوند و قبل از شناسه زمان حال استفاده میشود.

* Forma neyînîya dema boriya berdest:
طرز منفی کردن زمان گذشته استمراری:

ne + di + rayeka dema borî

• Em zû nedihatin.
• Me xwarin çênedikir.
• Van av venedixwar.
• kes bi wan ewle nedibû.
• Ew ji cihê xwe nedilivîya.

* Hin lêkerên awarte di dema boriya berdest de hene ku neyînîya wan ferq dike.
بعضی از افعال استثنا در زمان گذشته استمراری وجود دارند که منفی کردن آنها فرق میکند.

• Min nedikarî bibêjim.
• Min nedizanî çi bikim.

• Di hin lêkeran de (pêkhatî, hevdudanî) qertafa dema niha "di-" dikeve navbera peyvê.
در برخی افعال (مشتق، مرکب)، شناسه زمان حال "-di" در وسط کلمه (بصورت میانوند) بکار می آید.

#Pêkhatî مشتق

Vexwarin
• Min av vedixwar.

Veşartin
• Me xwe vedişart.

#Hevedudanî مرکب

Hez kirin
• Wan ji min hez nedikir.

Dîyar kirin.
• Me mijara bingehîn dîyar dikir.

کانالهای:
تاریخ فراموش شدەی ملت کورد
یادگیری گویش کرمانجی
یادگیری گویش سورانی
یادگیری گویش کلهری
یادگیری گویش هورامی
یادگیری گویش لکی
و برترین موزیکهای جهان
🔜 @mejukurd
🔜 @kurmanc1
🔜 @surani1
🔜 @kelhor1
🔜 @hewram1
🔜 @leki1
🔜 @musics_cat
August 3, 2021 2.8K 9