Komalên Ciwan: post #549 — TG.ME

📌Sembola Rihê Serkevtinê û Manewiyata Ciwantiyê Fermandarê Ciwanan Ronî Gever Li rastiya şehîdan xwedî derketin, erka herî sereke ya şoreşgerî û mirovî ye. Şehîd remzên azadiyê yên herî şemildarin. Heval Ronî jî bi aliyên xwe yên xwe gihandî asta gerdûnî, bû mînak û pîvana komûnalîstiya Apoyî. Em jî wekî tevgera Ciwanên Apoyî pêwîste li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, li hemû qadên tekoşînê, divê ciwan xwedî li bîranîna wan derbikevin. Li ser vê esasê, em dûbare fermandar û pêşengê xwe yê manewî û serkeftî bi heskirin û minnetdariyek mezin bibîrtînin û soza xwe ya pêkanîna xeyal û armancên wan dubare dikin. Di şexsê malbata hêja ya Şehîd Ronî de sersaxiyê, ji hemû gel û ciwanên Kurdistanê re dixwazin. https://komalen-ciwan.com/ku/2025/10/10/kurmanci-sembola-rihe-serkevtine-u-manewiyata-ciwantiye-fermandare-ciwanan-roni-gever/

October 10, 2025 3.9K 2