🔻 YPJyê li ser hevdîtina li Şamê daxuyanî da
🔹 Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) li ser hevdîtinên ku li Şamê hatine kirin daxuyaniyek belav kir.
🔹 YPJyê diyar kir ku hevdîtin bi awayekî erênî û avaker derbas bûye û ji bo temamkirina pêvajoya entegrasyonê dê hevdîtinên wan bidomin.
🔹 Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Fermandariya YPJyê 26ê Tebaxê bi şandeyeke fermî ya Wezareta Karên Navxwe ya Hikûmeta Veguhêz a Şamê re hevdîtinek kiriye. Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de ewlehî û aramiya Sûriyeyê hatin nîqaşkirin û her wiha hevkarî û hevahengiya di navbera her du aliyan de jî bi awayekî berfireh hatin gotûbêjkirin.
🔹 YPJyê ragihand ku rojeva sereke ya civînê paşeroja YPJyê bûye. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Hat tekezkirin ku YPJ dikare wekî hêzeke taybet û rêxistinkirî di nav Wezareta Karên Navxwe de were entegrekirin.”
🔹 YPJyê destnîşan kir ku hevdîtin erênî bûye û wiha pê de çû: “Hevdîtin bi awayekî erênî û avaker derbas bû. Ji bo temamkirin û gihîştina encamê ya pêvajoya entegrasyonê ya di çarçoveya Peymana 29ê Kanûna Paşîn a 2026an de, dê hevdîtin û dan û standinên me bidomin.”
August 27, 2026 178 1