Têkşikandina sê nefthilgirên Îranê li bersiva êrîşa bo ser keştiyên… — ڕاگەیاندنی حیزبی دێموکرات — TG.ME

🔹 Têkşikandina sê nefthilgirên Îranê li bersiva êrîşa bo ser keştiyên şer ên Amerîka
 
Fermandehiya Navendî a Amerîka (SENTKOM)ê ragehand li bersiva havêtina mûşekek balîstîk ji aliyê spaha pastaran ve bo ser du keştiyên şer ên Amerîka, hêzên wan sê nefithilgirên veguhastina nefta xav ser bi spaha pasdaran li deryaya Oman û kendavê bi temamî ji kar xistine û têkşikandine.

Li gorî daxûyaniya SENTKOMê, keştiyek firokehilgir û nawşikênek mûşekhawêj a hêza deryayî a Amerîka li êrîşa mûşekî a Îranê de ti zirarek pê negihane û ti zirarek canî jî nebûne.

Di hember de, hêzên Amerîka herduk nefithilgirên (Dawnî) li nêzîk girava Xarik û (Sitark) li nêzî Caskê ji kar xistine, hevdem nefthilgira Kayllo li deryaya Omanê de paş çolkirinê ji aliyê xedemê ve bi temamî hatiye têkşikandin.

SENTKOM ê tekezî kiriye ku ew nefthillgir beşek bûn li torek çend Milyard dolarî ku çavkaniya darayî a spaha pasdaran û girûpên niyabêtî dabîn dikir.

Bêrd Kopêr, Fermandê SENTKOMê ragehand, peyama Waşingtinê bo Tehranê evaye ku her êrîşek bo ser keştiyên Amerîka bi baca zêde giran a abûrî dê bê bersivdan û hêzên Amerîka li armancgirtina nefthilgirên rejîma Îranê du dil nabin.




🔵ماڵپەڕی فەرمیی حیزبی دێموکراتی کوردستانی ئێران:

🌐 https://kurdistanmedia.com/

💬 PDKI_Media
September 6, 2026 140