Pêka raporên destpêkî yên roja Şemî 5ê Îlonê, nirxa Dolar li bazara azad de gihîştiye 225 hezar Tumenî û bi 224 hezar û 800 Tumenî hatiye firotin û nirxa hewaleya Dolar gihîştiye 229 hezar Tumenî û her Pondê Birîtaniya bi 305 hezar Tumen û her sikeyek zêr bi 235 milyon Tumenî hatiye firotin.
Ev amar ên destpêkiya roja Şemiyê ne û egera guherîna vê amarê heta dawiya rojê heye û xuya nîne nirxa Dolar li hember dirafê Îranê dê heta çi astekê bilind bibe.
Nirxa Dolar dem bi dem li bazara azad de diguhere û nizim û bilind dibe.
